qani’ û qełemekey

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  1699 Dîtin
qełem! qurbanî nûkit bim, de bêje fesḧet û guftar
wekû ḧatem de bişkêne xezîney cewherî esrar
le beḧrî ’îlmî weḧdetda, nedey lafî hunermendî
ne cêgey eqłe bo bîr û ne řêgey nutqe bo guftar
ke her eqłê xeyałî kird, le beḧrî fîkireda xinka
ke her nutqê beyanî kird, řiza wek cêge gestey mar
qełem! hoşt be ser xo bê, nenazî qet be dû zimanî
zimanit lałe lem base, nenûsî şewketî cebbar
feqet sadey be çoka bê û biřêje gewherî teḧrîr
binûse wesif û ewsafî řesûłî eḧmedî muxtar
le ’ersey kaẍeza ling de, be çalakî wekû řef řef
le ser meydaneda zû wergeřê her wek melî bałdar
qełem merdane nutqî da, cwabî damewe fermûy:
be hîç eqiłit eşêwênî! xerafet bo ekey îzhar?
kesê wa bê le nûrî ḧeq be destî ḧeq cya bûbê
çi muḧtace be te’rîfî min û to û yawer û eẍyar
kesê wa bê be ser pencey mubarek mang dû let ka
weya ahû le xizmetya be zimanî pak bika hawar
kesê wa bê ke dar xurma le bin derbêt û bê bo lay
kesê wa bê ke zîxî çem le desya bête îstîẍfar
kesê wa bê ke cennet çaweřwanî meqdemî ew bê
kesê wa bê ke sed ruḧ alamînErebî boy bête xizmetkar
îtir musteẍnye qani’Nasnava edebî le teḧrîratî ’emirNava taybet û zeydNava taybet
sikûtit lazme her ta binûsî defter û eş’ar