xebatî gel

ebûturabî celî
Li pirtûka:
Dîwanî Goran
Berhema:
Goran (1904-1962)
 2 Xulek  619 Dîtin
leş gełay dar bû řijaye ser şeqamî panî şar
xwênî lê eřja wekû lafawî baranî behar
mêşk û kelley zor pijabû, sing û gerdin têk şikaw!
mêşkekanî piř hîwa û singekanî piř «şerar»
gerçî xuřřem day ekird baranekey kuştarî gel,
gel, bełam westabû meḧkem çeşnî kêwî «îstîwar»
řîzî pêşî girtibû pałey des û mişt asnîn
şan be şanî ew eçû řenicber legeł destey hejar
sêberî ser giştî komeł bałî merg bû, bałî merg!
xełk bełam bêbak eřoyîştin berew řûy çałî merg!
dwayî miştî asnînî xełk tankî têk şikan,
destî hêzî gel le xaka topekanî gişt xewan!
qaçî tawan ker le pîsîda heta bindest çeqî,
destî napakan kişaye dwa, nîşaney daweşan!
gyan sipêrîy gel le nawçawanî paka bû be feř
daxî ’arî naye ser nawçawî tawan pîşekan!
xoy xizane kun le tirsana wekû řêwî û dełek:
gurgî xwên xwarêk le mîllet kełbekanî derpeřan!
tik tikî xwênî şehîdan bûne meşxeł bo zefer,
leşkirî pirşing, şiksitey hewrî tarî daye ber!
yekyetîy gelmane wa zincîrî cewrî pare kird
ne’retey însane wa řêwîy dizî aware kird
payeyî koşkî sitem leq bû, bełam pêwîste řenc
ta be carêk seringûn keyn ew seraye dest û bird
her le sayey yekyetîda bê guman twanist ebê
xem nehêłîn û biłêyn wa derdî xoman çare kird
duşminî bedkarî ême pîşekey napakîye
sed şukir řojî beserçû, sed şukbawkî mird!
ba îtir kun kun neka sungî, leşî pîr û cwan,
ba îtir xwên řûy zewîman lê nekate erxewan!