hêzî gel

Li pirtûka:
Dîwanî Goran
Berhema:
Goran (1904-1962)
 2 Xulek  692 Dîtin
em şî’rane le «ebûturabî celîKes»yewe kirawe be kurdî, bew nyazey ta etwanrê wergêřraw le esił biçê, wişe lawekîyekan betaybetî hînekanî qafîye, hendêkyan her wekû xoyan hêłrawnetewe.
twanist û hêz herçî heye giştî hî gele
wek îştîqaqî fî’il le yek bincî mesdere!
emřo gelê ke kewte heway kełk û sûdî xoy
lew řêyewe ke xoy eyewê boy muyessere!
emřo gele ke pişt û penay řasteqîne bê,
ey ewkesey ke pişt û penat fewcî ’eskere!
nanî gele ke leşkirî serbazî pê ejî!
tîẍî gele behêzkerî destî efsere!
nazanî kêye ew kese destî piře le çek?
dyare ewîş le biřbiřekey piştî řenicbere!
şimşêrî qînî çon hełekêşê le kakî xoy
ew pałewane merde siruştî le gewhere!
pend wergire le kar û le qewmawî řojgar
te’rîxe her be ḧukmî dirust taqe dawere!
dwênê ewey ke agir û xwên bû leser demî
biřwane: çawekanî be firmêsk çen teře?
twanîy eger şipirze bika aştî demê
êstake karî xoyetî wek zułfî dulbere
lew řojeda bû cewr û sitem girtibûy cîhan,
êstake dad û ’edle le gişt la muzeffere!
dinyayî nwê eyewê řapeřînî nwê
em řastîye le tîşkî hetaw aşkiratre!
lafawî řaperîne, guřî, herçî hate ber
kêwî lela legeł peřî «ka»da berabere!
bîrkirdinewe le babetî kon û řizîw û pûç
her taybetî be serdemî dara û sikendere
şimşêr nîye ke awî demî kip bikatewe
ew agirey le coşî dił û şorî naw sere!
pirşingî řojî bextî gelan kewte der le kel
biřwane koşkî gêtîy nwê çend munewwere!