řuxim řengînî řengî řûmetî řengînte, baza

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  4341 Dîtin
řuxim řengînî řengî řûmetî řengînte, baza!
qedî serum kemanînî qedî şîrînte, baza!
ẍerîb û bêkes û zar û feqîrî xanedanî to
ciger sûtaw û małwêranî zułfî çînte, baza!
mi’az alilّeErebî ke řeḧmêkit be ḧałî zarî minda bê
ke axir bendeyî xakî derî pêşînte, baza!
eger xwênim deřêjî to, ewe têẍ û emîş gerdin
eger binyadî peyman, destî min damênte, baza!
le çawanim hetakey qetre qetre xwên dekey ey dost!
kwa em ’ehd û peyman û wefa kabînte, baza
be nalîNasnava edebî baweřit nayê, xeyałit bêt û bîbînê
ke çon meşẍûłî neẍmey goşeyî nałînte, baza!