řuxim řengînî řengî řûmetî řengînte, baza

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  4340 views
řuxim řengînî řengî řûmetî řengînte, baza!
qedî serum kemanînî qedî şîrînte, baza!
ẍerîb û bêkes û zar û feqîrî xanedanî to
ciger sûtaw û małwêranî zułfî çînte, baza!
mi’az alilّeArabic ke řeḧmêkit be ḧałî zarî minda bê
ke axir bendeyî xakî derî pêşînte, baza!
eger xwênim deřêjî to, ewe têẍ û emîş gerdin
eger binyadî peyman, destî min damênte, baza!
le çawanim hetakey qetre qetre xwên dekey ey dost!
kwa em ’ehd û peyman û wefa kabînte, baza
be nalîPen name baweřit nayê, xeyałit bêt û bîbînê
ke çon meşẍûłî neẍmey goşeyî nałînte, baza!