wiłatî awa

Li pirtûka:
Dîwanî Goran
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  886 Dîtin
- perde hełkişa -
desteyek şarîy bêkar û bê deretan leber dergay koşkêk westawin ke ewendey qişłeyek gewreye, leser dergakey nûsrawe: «latxaney şar». lenaw em desteyeda «nale yek ling» xoy dawe beser darşeqekeya, hore bo meclîsî î’mar eka ke em koşke cwaney binyat nawe:
biřwanin latxaney î’mar çi zile:
çil jûre û her jûrî cêy nwênî çile!
bem core, her şare ser û latxane
dirust ka, kê ełê: ’îraq wêrane?
her bijî wiłatêk: dezgay î’marî,
latxaney piř naka danîştûy şarî!
- perde dakşa -