coqî yonisko

Li pirtûka:
Dîwanî Goran
Berhema:
Goran (1904-1962)
 2 Xulek  922 Dîtin
şwên: dêyekî nawşax.
kesekan:
1- endamanî coq: piřofîsor, dumbekçî, kemanejen, kiçe mamostay goranîbêj, kiçe mamostay semakere.
2- danîştuwanî dê be wird û diriştewe.
nyaz le hatnî coq: fêrkirdinî xwêndewarî û małdarî û dirûman û kiştukał û mosîqa û dans tad, be dû hefte le çwar pênc dêda.
- perde hełkişa -
piřofîsor:
hatûyne dêy berd û kuçk
xiř bîjene westay dumbik!
xiř bîjene kemanejen!
kiçan, êweş sema biken!
saz û sema dest pê eka
kiçe mamostay goranîbêj:
min zanay dersî elifbam
dû car biłên: terlay lay lam!
hemû:
terlay lay lam...
terlay lay lam...
kiçe mamostay goranîbêj:
«nûn» bo nane, nanî genim.
terlay... pêtan pê ekenim!
hemû:
terlay lay lam...
terlay lay lam...
kiçe mamostay goranîbêj:
«gaf» bo goşte û «pê» bo piław
nek nayxon, naybînin be çaw
terlay lay lam, terlay lay lam
dwayî hat dersî elifbam!
hemû:
terlay lay lam...
terlay lay lam...
dumbekçî:
tep tep... tep tep...
be herdû dest: sê řast, yek çep!
tep wek zirmey destiřêj waye
bê şeř nabê em dinyaye!
ta etwanin tep tep fêr bin
sê sik birsî, yek sik têr bin!
hemû:
tep tep... tep tep...
sê řast, yek çep!
kiçe mamostay semakere:
dey danîştûy berd û kuçk
leser heway pîre dumbik
çepłe lê den, sema biken
çeqene lê eda
awa biken!
simit ba’eda
awa biken!
giştyan awa û awa eken
ta wa neken çon tê egen?
ta tênegen çon pê egen?
piřofîsor:
danîştûy dê, dirişt û wird!
hemûtanman zor baş fêr kird!
«terlay lay lam»tan lebere
giştitan bûn be semakere.
çeqene lê eda û gişt be şwênya lêy eden
awa eken!
simit ba’eda û gişt be şwênya bay eden
awa eken!
le min baştir sema eken!
îtir karman nema latan
etanispêrîn be xwatan!
bedem goranî û çeqene û sûřdanewe, şano dest eka be çoł bûn
hemû:
terlay lay la... terlay lay la...
yonisko cwan ders da’eda!
- perde dakşa -