jinî nabîna

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  518 Dîtin
kiçêk nabîna bêbeş le çawan
kewte ser xeyał derçê le bawan
şûy kird be pyawê bê destî hejar
katê kewtine yek le katî behar
bo beharê tir jin zigî piř bû
bo barî zayîn kewte hatuçû
katê za kuřêk her wek berxî nêr
sipî û xerpołe wek qaşî penêr
kuřî bexêw kird be des tê kutan
bew bê çawîye kuřî pê geyanin
eyut bawanim hêzî diłekem
lebaxî jîna taqe gułekem
xem ewme nîye ke min bê çawim
le dinyay řûna tewaw damawim
min çawim nawê seyrî dinya kem
seyrî komełî xizim û bira kem
ya xo temaşay mêgel û małat
ya xo seyranî kwêstan û baẍat
boye wa da’im zar û zebûnim
egate fełek qirçey derûnim
nazanim řołe parçey bilûrî
řeşî ya sewzî, sipî ya sûrî?
ax tenya tawêk çawim bibwayê
ser ta pay bałay tom pê bidyayê
paş ewe mirdin lelam zor xoş bû
çûn le gorîşda her tom le hoş bû