jyanî kiç

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 3 Xulek  1762 Dîtin
kiçî beste ziman dewrî jyanî
sînemayêke eger bizanî
ke le dayk bû, ahengî nîye
ełên: ay kiçe! fayîdey çîye?
pê pîrozaney kes bo nahênê
hîç kes be çake hergîz naydiwênê
piř û pîre jin, dewrî daykî eden
her yek be corê diłxoşî eken
xem mexo, xwa le ser kerem bê
kuřîşt ebê, xatirit cem bê
bo îşî naw mał, bo hatuçoy der
emîş pêwîste le cêy kareker
sed sał nexoş bê, nabînê derman
le cêy diłxoşî, her çepok lêdan
nabê nan bixiwa ta hemû xêzan
neçête dwawe, le ser sifrey nan
le paşan emîş eger netorê
le paşxiwan bixiwa û ḧacet bişorê
eger bitorê, hîç kes nazanê
be birsî egrî, heta etwanê
***
nabê be dartaş, nabê be tucar
nabê be nałbend, nabê be ’etar
eger le ḧewşe, ser bênête der
daykî têy exuřê, bê ḧeyay maker!
em beste zimane, heta pazde sał
dîl û gîrawe, der naçê le mał
katê gewre bû, dêne hat û çû
be lay naxêrî, kiç eden be şû
le kuřî westa û bezaz û qesab
dawakarî ebin, le çak û xirap
nîwe efendî û ḧacîy jin mirdû
bêçuwe xanedan, kon û řabirdû
emca dak û bab ekewne tegbîr
gwê naden bewe cwan bê yaxo pîr
temaşay eken, her parey zor bê
îtir keyf xoye, řeş bê ya bor bê
kiçî beste ziman agay lê nîye
nazanê çipey dak û bab çîye?
babî dête cwab, ḧacî zor çake
xawen pareye û zor zor dił pake
gwê meden bewe, danî nemawe
temenî cwanî tewaw fewtawe
lîre û mecîdî le take û cûte
komełî kirduwe, ta arezûte
katê kiç zanî ke eyden be şû
eyden be ḧacî û dinyay le des çû
xuř xuř firmêskî le çaw dête xwar
pêç eda le xoy wek marî zamar
ełê hey cwanî! hey dinyay řoşin!
hey dayk û bawik, hey dos û dujmin
hey gewre kiçan! hawser, hawferdan!
hey beş xurawan, henase serdan!
bo çî komełî ḧîmayey ḧeywan
napirsin le ḧal jyanî kiçan?!
er însanîş nîn, me’lûm ḧeywanîn
bo çî bê xemxor le řûy cîhanîn?!
xwa ḧafîztan azad ken gerdin
wa min řê kewtim bo şarî mirdin