têkoşîn

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  501 Dîtin
azîz behare dinya nexşawe
kej û kêw wek bûk be guł xemławe
xeymey gułałan be sed hezar řeng
sewz û sûr û zerd wek parçey fereng
aferîn behar hezar aferîn
ekey be beheşt sara û ser zemîn
deştî pûşî wişk ekey be gułzar
ebřî keway sewz be bałay çinar
bułbuł le gułşen kew le nisaran
çirîkey şahîn le ser kosaran
be zwanî ḧał dełên ey mîllet
serê derbênin le beḧrî ẍefłet
boçî nazanin çilon fewtawin
çilon le gelî beşer cêmawin?
herkes ke cêma neka pele pel
heta qyamet nagate naw gel
meger be espî zanîn û ’îrfan
ewîş bête řîz baqî hawseran
emrîka her wek ême nezan bû
leber nezanî zor perêşan bû
çûnke têkoşan bûn bew pyawe
nawyan meşhûre be řûy dinyawe
êsteş yegane dilêrî heycan
ateş mîllî têr seraser dinyan