nesrîn lay qani’ şikat eka

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  965 Dîtin
– selamun ’eleyk mamey îxtyar
– ’eleyke selam kîjołey nazdar
– mame! be aşna dêyte pêş çawim
– řołe gyan řenge, min zor geřawim
– bê qeyrî nebê, nawit nazanim
– nawim qani’ û şeyday nîştimanim
– toy mela qani’, şa’îrî hozî?
daym çaweřwan bo berzî kozî?
– řołe gyan bełê, qani’im nawe
bo xom û bo to, cergim sûtawe
– mamosta ême gişt beş xurawîn
bełam, le ladê tewaw fewtawîn
bîstûme car car, ke nawman ebey
ey bo hawarman tewaw bo nakey?
eweł ta axir, her beş xuraw bûyn
le naw komełda, ser danewaw bûyn
heta minałîn zelîl û xwarîn
’aciz û melûl, daym xembarîn
ga zecir û lêdan, ga be řût û qût
çiłkin û piłkin wêney melkemût
ême hêştakû, wayn le dewrî berd
çaw hełdûrawîn be henasey serd
er biłêm emşew eçme sînema
ełên to kiçî ḧeyat bo nema?
ger biłêm emřo eçim bo qetar
eçim bo geřan lem şar bo ew şar
hey lem nêr kuřke, ke peyda buwe!
abřûy şîrînî le des der çuwe
ya biłêyn emřo katî behare
katî seyranî guł û gułzare
nîweřo dwayê biçîn bo herdan
bo seyrî behar, legeł hamferdan
kiçê, to kiçî, dakewe le mał!
nabê, bêyte der, be dirêjayî sał
***
eweł ta axir, ême her dîlîn
jyan sûtaw û zar û zelîlîn
ême nawêrîn biłêyn însanîn
daykî dwařoj, destey lawanîn
ḧîsabman biken, bo hełbijardin
řojî întîxab, bo wekîl nardin
her wekû beşer pêman bixiwênin
leser xořayî memanřencênin
êmeş wekû kuř, ḧez le jîn ekeyn
ḧez le zanîn û têkoşîn ekeyn!
qani’:
kiçim be ser çaw, korpey şîrînim
ya xwa be kizî îtir netbînim
hîç xefet mexon, dinya gořawe
kurd le xew çawî çak heł hênawe
pêtan exwênin, zor be arezû
be meylî xotan, etanden be şû
le mał û mîrat beştan da enrê
legeł kuřana ferqitan naxrê
îtir xem mexon, nûrî çawanim
ahûy byaban, daykî kuřanim