bulbulî dwênê begerm eyxiwênd leser dîwarî baẍ
Li pirtûka:
            Baxçey Kurdistan
        Berhema:
                Qani (1898-1965)
        
             1 Xulek
             1280 Dîtin
        
        
    bulbulê dwênê begerm eyxiwênd leser dîwarî baẍ
ye’nî ’aşiq bên temaşa ken guł û gułzarî baẍ
dwênê yar we’dey be baẍî pê edam emřo řeqîb
men’î wa kirdim nebînim her le dûr dîwarî baẍ
min xeyałim bû be bîz û bonî xunçey guł bikem
bextekem hênde ze’îfe des nekewt bom xarî baẍ
çunke şî’ir û qafyem lem bezmeda bê wis’ete
baẍ eger bo min nebê xo ḧazre giryan û daẍ
ba binałênim ledaxî êşî çerxî karî pûç
bo nebûnî baze emřo îtfaqî poř û zaẍ
wernewe ba pêşkewîn êmeş wekû bêganekan
fikirî mîlletperweranim xeyne pêş wek şewçiraẍ
ey minewwer êhtimamê bo tereqqî xakeket
jînî hozit key be gudłes yasdare û bo bim baẍ
zahd xot û ged û gîpał û řîşî wek xurît
bên temaşa ken ke qani’Nasnava edebî çon exwato mey le daẍ?