dujmin bexêw kirdin

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  686 Dîtin
se’dî fermûyetî «af’î kiştin û biçih nigah daştin kar xirdimnidan nîstFarsî»
sałê le şwênê marê hate řêm
lêm hate ser kilk xoy xiste ber pêm
mar çe! mar řeş mar beqed mijanê
jêr çenake sûr ’eceb ser panê
temay bû lewya bimkujê bê kes
minîş kuřane lêy hatme des
kutekê ser xiř darî biłałûk
bizmar řêz kiraw ser zilî xu sûk
arastem kird û kêşam be milya
dûbare kêşam beserî diłya
her wekû jîju xoy giłołe kird
lepaş nîw sa’et betewawî mird
řwanîm beçkeyek seru řeşî surkar
ecûłêtewe le jêr laşey mar
bezeyîm pya hat name naw qutû
birdime małewe herwa zûbezû
bemas û kere be şîr û penêr
perwerdem ekird be umêdî xêr
heta gewre bu beçke bû be mar
le bawkî pîstir pîs û jehir dar
nemzanî qînî bawkî le diłe
bo řoj egeřê, le min bekułe
le nîweşe û firsetî hanî
hate ser cêgem zor be nihanî
le naxełafa day be pêmewe
eme şeş sałe etlêmewe
herçî hewłim da hîç sûdî nebû
çun zom nekujra ledesim derçû
herkes ’aqił bê îşî wa naka
dujminî řoḧî bo lay xoy naba
kurde wesyetim çak bigre le dił
newa dujminit bitnête jêr gił
egerçî hîç kes gwê nagrê lêm
min wezîfeme ebê her biłêm
ey birakanim êwe kurdanin
lepaş mirdinim qedirim ezanin