tema’kar mebe peşîman ebî

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  574 Dîtin
carê segêkî zor zor tema’ kar
êskêkî deskewt le kûçe û naw şar
êsqanî hełgirt řoyî bo kenar
ke dûr kewtewe le bazař û şar
geyşit be awê, awêkî cwan
her wek awêne însanî enwan
řwanye naw aw wêney xoy derkewt
agirî tema’î hełgîrsa wek newt
wextê le wêney naw awî weřî
em êsqanekey ledem derpeřî
pelamarî bird ke derî bênê
wext bû le awa xoşî xinkênê
ne em û ne ew hîçî bo nebû
ledesî derçû herwa zû be zû
netîcey tema’ sergerdanîye
bo axrî awa, peşîmanîye