berî yekêtî

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  1424 Dîtin
aşna, were! ba aşna bîn
le aşna çaktir, her wek bira bîn
net bîstuwe: «bira le pişt bira bê
meger muqeder, le lay xwa bê»
komełî řêwî şêr eşkênin
polî çoleke, baz eřfênin
tenha penceyek hîçî pê nakirê
ke kirdit be pênc kê bergey egrê
miştekoł ebê û naw dem eşkênê
řegî binagwêy dujmin epsênê
êsteş min û to, ba wek bira bîn
wekû perwane û şu’ley çira bîn
min min û to to, neyenîne kar
gwê nedeyn be qewl, bedî řojgar
be diłêkî pak bo yek xemxiwar bîn
bo sûdî yektir daym hoşyar bîn
ke hat hawxiwên û kuřî yek xak bîn
ebê der ḧeq yek bo çî napak bîn?
tema’ nekeyne namûsî yektir
bo řoḧî yektir, nebîn be agir
baw û bapîrman, wa bûnaye zû
êste îş ême le cêye tir bû
semerî weḧdet nebû bo ewan
yekêyan kurd bû yekêyan goran
em «serşeqamî», ew «dergezênî»
dujmin bûn be yek dujminî xwênî
em xełqî «goyje», ew «sabûnkeran»
eşîşane yek be şeq tê hełdan
min men’yan nakem, zeman weha bû
îxtyar be dest pyawî beła bû
kwêr destit kêşê, etxate naw çał
tyaya der nayey heta hezar sał