hîç û pûç

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  663 Dîtin
meclîs ke nebê bezmî le min hîç û le to pûç
diłber ke nebê şermî le min hîç û le to pûç
ba ça le dema, mey le xema neş’e bibexşê
saqî ke nebû ’ezmî le min hîç û le to pûç
diłxoş mebe bew we’de ke dwê we’dey eda pêt
we’de, ke nebê cezmî le min hîç û le to pûç
biřyawe le řêy çawî eto sed serî ’aşiq
ser bê, ke nebê termî le min hîç û le to pûç
ew dîmene eřwanê beser ḧewşî umêda
zor çołe, nebê bezmî le min hîç û le to pûç
dił wek sedef û mêḧnetî em xake duřî ew
dił zore nebê germî le min hîç û le to pûç
ew pare pereste ke serî qani’Nasnava edebîy ebřî
pêy bêje nebê şermî le min hîç û le to pûç