min û nan

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  1239 Dîtin
ey nan! bo toye şeřî birayî
ey nan! bo toye ajawley cyayî
bo toye, bira, bira ekujê
le řwî meydana, mêşkî epjê
bo toye, dinya, kewte gîr û dad
bo toye, tora, dayk le ewlad
bo toye, bawik firzend der eka
kuřî xoy duçar sed xeter eka
bo toye cerde řêge qeti’ eka
řêgey hatuço, le ’am men’ eka
bo toye awsê, le awsê zîze
maşeła, şikiłit çende temîze!
to her ew nanî, çen hezar fela
bo to damawe û kewte ḧelwela
kořey zîkirî şêx, bo toye ey nan!
zamî dił bo to besoye ey nan!
hewł û teqelay paşa bo toye
abřû çûnî geda bo toye
asniger, bo to pîk eweşênê
zar’ bo toye areq eřjênê
her kes nanî bû îmanî heye
řûsûrî meclîs, dîwanî heye
řêwî nanî bê şêrê tewawe
şêr nanî nebê piştî şikawe?