destegułêk le baxî gełbaxî

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  702 Dîtin
ey mîlletî gełbaxî zedey destî nedamet
ey menşe’î êḧsan û kerem beḧrî sexawet
kwa řewneqî dêrîne leser bezmî ’ebast?
kwa şořşî meydanî ’elî şêrî şeca’et?
kwanê qołî û kwa esed û kwanê muḧemmed
her sê xelefî yarî xway kanî keramet
ta dwê bû yeqîn meskenî to xakî zehaw bû
bo êste weha matî lejêr barî syaset?
kwa keşmekeşî deştî kirin xotteyî şêxan
efsûse lebo êwe heta řojî qyamet
ew wexte nebû tuxmî nefaq û şeř û şořş
boye ke hemû dujminî xot hate îta’et
bo serkizî em hoze dilêre wekû qani’Nasnava edebî
řû zerd û serefkende lejêr barî qebaḧet