kerî bang kiraw bo ser şayî û zemawen

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  690 Dîtin
carê kerêkyan bang kird bo şadî
qaqa pêkenî ker be azadî
kilkî berzo kird lutî hełbiřî
be diłêkî xoş car car ezeřî
wityan to boçî wa pê ekenî?
xo bang kirawî ser zemawenî
witî min boye wa pê ekenim
ne dehoł kutim ne şimşał jenim
ne serçopî kêş nedwayî gîrim
leber bar kêşan zîz û zwîrim
ne hełpeřkêkem wek hełpeřîne
ne awazekem cwan û şîrîne
bewa menwaře kiz û kesasim
min wek xełqî nîm xom çak enasim
ezanim boye min bang kirawim
ḧemałî dar û ber mîle awim
çen xoşe gişt kes cêy xoy bizanê
beqed cewherî şanî xoy danê
ne çoleke bê û wek baz bête řaw
besere xerî xoy xate naw daw