newrozname

Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  986 Dîtin
lawî kurd newroze emřo katî kişt û kałte
katî seyrî doł û şîw û serkejî xał xałte
ta bekey her arezûy danîştinî naw małte
ta bekey koł kêşî xełq û poş û diřk û dałte
hoşî nanî xotî bê emřo kewa ser sałte
çawî nûstin helêre û binwaře deşt û kohsar
xot û gacûtit becarê biçne mêrg û mêrẍuzar
to be hêz û zorî bazût, ew beşanî piř demar
bergî zistanî fiřê de û heste bo ser îş û kar
řapeře em řoje řojî xizmetî mindałte
bêne ser meydanî ẍîret bo jyanî nîştiman
destî yek bigirin be hîmmet piştî yek bigirin cwan
dengî azadî û birayî ba bigate asman
seyrî em şax wiçyaye çon be çawî çaweřwan
çaweřwanî hełmetêkî řencî şan û bałte
lawî xwên germim direnge bêne bezmî hat û çû
têbkoşîn bo weten herta derênîn abrû
çawî berzo kew bêne ḧałî xakit zûbezû
nîştimanit kanî zêř û zîwe bo destey ’edû
to ke nanî cot bibê ew řoje cejnî sałte
hełke bałî nîştimanî bîrî mîllî bêne ser
xwênî bedgoy nîştimanit zû biřêje bê xeter
tabekey pestî û peşêwî ey girohî piř huner
wadrawsê swarî ba bun çune naw kurey qemer
to terîq nabîtewe kurde eme eḧwałte
wa behare û serkewe bo ser mile û êłax û gird
awřêkî dewrî xot de û tê bifkire des û bird
bêne ber çawit nimûney mîwehatî zibir û wird
ger beçawî nîştimanî seyrî xakî xotit kird
ewrupa muḧtacî mîwey wişkî ał û wałte
lawî xwên germim bizane xakeket her nê’mete
ḧurmetî xakit bizane musteḧeqî ḧurmete
me’denî zîw û tełaye kanî duř û serwete
pêt biłêm em xake kame ta bizanî cennete
yadgarî hozî mad û zend û pûrî załte
kwanê lawî tołe sênim boçî emřo win bûn
kwanê şêrî şêr şikarim řêgeyan gûm kirdûn
kwa swarey řim weşênim bu la řêta derçûn
daxî daxanim weten erdełanit nustûn
ew kesey qurbanî to bê qani’Nasnava edebîy bê małte