saqî name

Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 4 Xulek  605 Dîtin
de saqî be ḧeqî pyałey şerab
be cergî piřûzawî her wek kebab
derunim le xem keyk, kellem le tem
ciger piř le zûxaw, dił piř le ẍem
bişore be mey çiłk û jengî derûn
çi mey wek çiray nûr řûnak û řûn
ewa fesłî newroze û we’dey gułe
seday çehçehey şîwenî bułbułe
gułałe be xeyme semen gił be kuł
sipî çûzere û saq her wek sehoł
lebin qełbeze û şax û tafa çinûr
legeł berzeling têkeł û xwar û jûr
kemer guł guł û ber kemer ał û wał
nimî şewnime bê deẍîle û zełał
wenewşe be gerden keçî wek hetîw
diłope le eşkewt wek şûşe zîw
çemen sewz poş û çya zerd û sûr
birîqey ser’awan her wek bilûr
***
de saqî be mîḧrabî herdû birot
benaz û kirşimey dûçawanî xot
jimarey pyałem meke ta behar
neçê ba biçête hezaran hezar
serim mest ke ba suřê mestane dem
demim teř ke ba, nutqî merdane dem
biřêjim beser xakeda sîm û zeř
binêjim leser berdeda sewłî teř
ke her kes le sewłim gułê bo bika
weya pareyê zêř û zîwim biba
le pestî hełî sênmo bête bał
befřike le fiřge heta nûkî yał
bikêşim qełem wek peřî cebre’îl
fwarey teřî nîkte wek selsebîl
binûsim seraser beyek dastan
le ême heta xilqetî cin û can
***
de saqî beḧacet řojî lanzar
bezerdî xezan û besewzî behar
min û xot û meclîs be mey dagre
ke mestî le sistî gelêk çatre
dû gwêm piřke pey pey le qehqahî cam
şekir de, wekû tûtî bême kelam
şerabê kerem ke! pyałey bilûr
newem pişt be pişt mest bê ta nefxî sûr
eger serxoşim key be dû camî mey
eřêjim ḧikayatî cemşîd û key
de saqî bexatir şerabî dirust
be neş’ey serî lawî mîllet perist
heta çing û çingałî şehbazî merg
le sînem serî heł nedawe le cerg
biřêje le baranî mey subiḧ û şam
ziřey îstîkan û celacîlî cam
weha serxoşim key beseyranî guł
le meytîm dûsed merg mat û xecił
***
de saqî beser gerdî serpenceket
be gozey bilurînî piř genceket
biřêje û bigêře û binoşe şerab
benałînî ’ud û bezîkey řubab
weha bim ke agam nebê qet le xom
ke xem hat beserbestî min xem bixom
çi xoşe be mestî binałênî şew
çi xoşe netirsî le em ya le ew
be germî serim ba bisûtê wiłat
be şorî diłim şêt ekem kayenat
sedayê bixiwênim be sozî girîn
melaytik biłên sed hezar aferîn
***
desaqî be ’eşqî serî piř hewes
beyadî biroy çewt û çawanî mes
kerem ke pyałeyê gułî zeř nîgar
heta firsete mawe we’dey behar
ke fewta behar û nema nesterîn
min û bułbułîş dêyne ser zar û şîn
emin her degryem leber daxî dił
ewîş her ezîřênê bo bonî guł
bibarêne beḧrî sexa û kerem
leser derke mêḧnet, ledił derke hem
***
de saqî xwa ḧafîzî nazeket
ser û řoḧ pêşkeş seday sazeket
bixiwêne bedem nazewe ferd, ferd
leber def’î hîcran û teskînî derd
miqamê biłê xwênî dił bête kuł
ke yadî zemaney qedîm bête dił
çi xoşe seday muzîk û çeng û ney
çi xoşe min û saqî û yar û mey
çi xoşe def û berbut û heł hełe
çi xoşe seday şîwen û wel wele
heta zîndum yek dû camê giran
kerem ke be fîdyey qezay baxewan
ke mirdim wekû şêxî se’dîKes qedîm
le jêr xakeda ebme ’ezmî řemîm
ne êste ezanin ke min çîm û kêm
ne kes qable pê binê cêge pêm