qurbanî tozî řêgetim ey badî xoş mirûr

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 4 Xulek  9923 Dîtin
qurbanî tozî řêgetim ey badî xoş mirûr!
ey peykî şareza be hemû şarî şarezûrNava taybet!
ey lutfeket xefî û hewa xwah û hemdeme!
wey sirweket beşaretî sergoşeyî ḧuzûr!
ey hem mîzacî eşkî teř û germî ’aşiqan!
tofanî dîde û şererî qelbî wek tenûr!
gahê debî be řewḧ û dekey baweşênî dił
gahê debî be dem, dedemênî demî ẍurûr
meḧwî qebûłî xatrî ’atir şemîmte
gerdî şîmal û gêjî cenûb û kizey debûr
sûta řewaqî xaneyî sebirim, dił û derûn
neymawe ẍeyrî goşeyî zîkirêkî ya sebûr
hem hem’enanî ahim û, hem hem řîkabî eşk
řeḧmê bem ah û eşke bike, heste bêqusûr
wek ahekem dewan be heta xakî koyî yar
wek eşkekem řewan be heta awî şîwesûrNava taybet
bew awe xut bişo le kudûratî serzemîn
şad bin be weslî yekdî ke toy tahîr, ew tehûr
emca meweste ta degeyye ’eynî ser çinarNava taybet
awêke piř le nar û çinar û guł û çinûr
çeşmêke mîslî xor ke le sed cê, be řoşnî
fewranî, nûrî safe leser berdî wek bilûr
ya ’eksî asmane le awêneda kewa
estêrekanî řabkişên wek şehabî nûr
ya çeşmesarî xatrî piř feyzî ’arîfe
yenbû’î nûre dabřijênê le kêwî tûr
dem wit dû çawî xome eger bekirecoNava taybetyî eşk
nebwaye tîj û bêsemer û germ û swêr û sûr
daxił nebî be ’enberî sarayî xak û xołNava taybet
heta nekey be xakî suleymanîNava taybetya ’ubûr
ye’nî řyazî řewze ke têda be çen demê
muşkîn debî be kakołî ẍîlman û zułfî ḧûr
xakî mîzacî ’enber û, darî řewacî ’ûd
berdî xeracî gewher û, cobarî ’eynî nûr
şamî hemû nehar û, fusûlî hemû behar
tozî hemû ’ebîr û, buxarî hemû buxûr
şarêke ’edil û germe, le cêgêke xoş û nerim
bo def’î çawezare dełên şarî şarezûr
ehlêkî way heye ke hemû ehlî danşin
hem nazîmî ’uqûdin û hem nazîrî umûr
seyrê bike le berd û le darî meḧellekan
dewrê bide be pirsiş û teftîş û xwar û jûr
daxo derûnî şeq nebuwe pirdî serşeqamNava taybet?!
pîr û futade ten nebuwe darî pîrmesûrNava taybet?!
êsteş be berg û bare ’elemdarî şêx hebasNava taybet,
ya bênewa û berge, geřawe be şexsî ’ûr?!
aya be cem’ û da’îreye dewrî kanî baNava taybet,
yaxo buwe be tefrîqeyî şořş û nuşûr?!
seywanNava taybet nezîrî gunbedî keywane sebiz û saf,
yaxo buwe be da’îreyî encumî qubûr?!
êsteş mekanî askeye kanî askanNava taybet,
yaxo buwe be mel’ebeyî gurg û lûrelûr?!
êsteş suruşkî ’îşqî heye şîwî awdarNava taybet,
yaxo buwe be sofîy wişkî le ḧeq be dûr?!
daxo derûnî safe, guřey mawe tanceroNava taybet,
yaxo esîrî xake be lêłî deka ’ubûr?
seyrêkî xoş le çîmenî naw xaneqaNava taybet bike
aya řebî’î ahuwe, ya çayrî sitûr?!
sebze le dewrî guł teře wek xettî řûyî yar
ya pûşî wişk û zûre wekû řîşî kake sûrNava taybet?
qelbî munewwere le ḧebîbanî nazenîn,
ya wek seqer piře le řeqîbanî lendehûr?
desbendyane dên û deçin seru û narewen,
ya ḧełqeyane sofî milxiwar û mendebûr?
meylê bike le sebze dirextanî medrese:
ewraqyan muqeddîmeyî şîne ya ne sûr?
ḧewzî piřî ke na’îbî dîdey mine lewê,
lêławî danehatuwe wek seylî şîwesûrNava taybet?
êsteş kenarî ḧewşeke cêy baz û kewşeke,
yarîy tyaye, ya buwete me’rezî nufûr?
çawê bixe le sebze û sêrabî da’îre
cê cîlwegahî çawekeme nerme ya ne zûr?
tuxwa fezayî deştî feqêkan emêstekeş
meḧşer mîsale ya buwete çołî selim û tûrNava taybet?
wasîl bike ’ebîrî selamim be ḧucrekem
çî mawe, çî nemawe, le heywan û taq û jûr?
ew ẍarî yare êste piř eẍyare, ya ne xo
her ẍarî yare, ya buwete ẍarî mar û mûr?
zarim wekû hîlal û neḧîfim wekû xeyał!
aya dekewme zar û be diłda dekem xutûr?!
lem şerḧî derdî ẍurbete, lem sozî hîcrete
dił řenge bê be aw û be çawa bika ’ubûr!
aya meqamî řuxsete lem beyne bêmewe,
ya mesłeḧet teweqqufe ta yewmî nefxî sûr?
ḧałî bike be xufye: ke ey yarî seng dił
nalîNasnava edebî le şewqî toye denêrê selamî dûr...