qani’ û tawsî tancî

Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  678 Dîtin
tawis min û to herdûkman pîrîn
yek le yek bedtir mat û zwîrîn
min du’a bo nan to du’a bo min
dos dêne seyrman çi cyay dujmin
tawis ezanim ḧałit bê ḧałe
hîç xefet mexo wa nîwey sałe
pênc, şeş mangê tir be îznî xwa
ya cûtî hêsir yaxo cûtê ga
exeme zewî cûtî pê ekem
be têr û tesel nanî toş edem
kewakey berim ḧewt sał tewawe
hîç kes nazanê leçî dûrawe
sałê tir eykem be cilî berit
ba kołinc nekey neda leserit
bełam wa êsta fesłî zistane
wadey kiłêłey befrî kwêstane
desa bitbînim ey şêrekey xom
kerwêşk û řêwî çilon egrî bom
menwaře bewa kiz û damawim
heta bimênim ’aşiq be řawim
wiłamî tawis
qani’Nasnava edebî hîç kesêk nazanê to çîyt
le min xiraptir da’îme birsît
ne şêx ne melay, ne omî ne beg
to xot nan bixo çît dawe le seg
to kone feqêy perwerdey mizgewt
ewendet dîwe le lar û le çewt
sed hezar şiřim be nîwe şiřit
destim be gunî kutekî kuřit
ew wexte zanîm keto bê nanî
le min xiraptir dił perêşanî
ke xerîk şê’rî, şê’rîş negbete
jînî şa’êran xeylê zeḧmete
ta to şa’ir bî û min tancî to bim
leme xiraptir her řenceřo bim
wa min xerîke le birsa emirim
lebatî kerwêşk mer gunit bigirim