serbazî

Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  1331 Dîtin
ser le bo serbazî çake nek lebo çetfey giran
dił le bo xemxorî çake nek lebo mîhrî kiçan
çaw eger firmêskî xwênîn daneřêjê bo wiłat
dek be kwêrî her bimênê tawekû axir zeman
dem eger hawarî hozî xoy neka piř bê le quř
sîne wek kotir nenałê, piř bê le jan
boye şanim pê ewê, barî xemim bo hełgirê
ya zimanim boye çake, bibřê wek têẍî deban
bo cilît bazî qise û meydanî fêł û des biřîn
şehsiwarêkim be çeşnî řustemî mazenderan
bête ser barî kerem yek dane co nadem be kes
xom be coyê eyfiroşim, aw û xakî nîştiman
min be dem mîllet perestim, xizmetî kurdan ekem
xwênî babîşim eřêjim bo tema’î yek qeran
aferînim barekełła îşî xome çaw û řaw
dû dił û sê dulber û çwar mamełe û pênc şeş ziman
tawê gandîm bo weten terkî hemû xorak ekem
tawê şêxî xaneqam û tawê cerdey ser milan
tawê embînî efendîm, ’etir û sabûnim heye
leḧzeyê seyrim ekey şêx û mela û řîşêkî pan
her şewê parem bibê teqlîdî sed xeyyam ekem
her se’atê mey nebû, bermał û şane û teylesan
tawê kurdim, řank û çoẍe û mêzer û pestek le ber
gahê şepqe, geh qelensû, gahê xûdey ser giran