çwar çwar

Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  1163 Dîtin
çwar şitin emřoke bûne negbetî kurdî hejar
cehil yek, bê ’eqłî dû, dił pîsî sê, dawa çwar
men’î pêşkewtin eken lem xakmane çwar giro
xan yek, serdar dû, begzade sê, aẍa çwar
nayełn bo xom řeḧet bim serbexo tawê bijîm
ecnebî yek, mame dû, eqta’î sê, kwêxa çwar
min le daxî ser kizî em mîllete çwar derdime
sîl yek, malařî dû, çaw kwêrî sê, êsqa çwar
yadgarî řencîpencey kurdekane çwar esas
qesir yek, aras dû, şamat sê, beẍda çwar
fexre bo min îftixar û ḧurmetî çwar tayefe
zend yek, gełbaxî dû, şîrwanî sê, mîdya çwar
baz bûm bałî şikanim çwar bełay neḧsî xirab
xaneqa yek, tekye dû, ’emmame sê, ’aba çwar
çwar sîfet mewcûde bo min boye hîç kes nayewêm
qani’îNasnava edebî yek, şî’ir dû, řûxoşî sê, mella çwar