zułifit

Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  731 Dîtin
zułifit wekû mar û serî zułifit çizî ’eqreb
perçem wekû sałdatî ’erusin be mureteb
saqî were emřo be fîday çawî xumarit
bom têke qedeḧ leb zeřî gułnarî leba leb
birjangî leser sefḧeyî dił nûkî qełem bû
zuxawî diłî piř şererim çeşin murekeb
ẍa’ib nebûy ey dost le diłma bedeqîqe
gerçî be emel carê nebûbim be muxateb
bo bezmî sefay meykede key ’aşiqî řûy to
xwênî cigerm bû mey û dił aletî meşreb
texmîn kerî em çerxe witî: cawî hesêres
ẍerqî ’ereqî xecłetî xoy maweto kewkeb
biřwane çilon qani’Nasnava edebîy bedbext, bebê sûd
her leḧze eka tecrubeyî yarî muceřb