qurbanî em xakeye em řoḧe leberma

qurbanî
Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  931 Dîtin
qurbanî em xakeye em řoḧe leberma
sozî diłî piř derde ke xulyaye leserma
amadeyî meydanim û ew berge ke poşîm
kifne newek çaket û pantołe leberma
kurd kurde hemû fîkirî diłim řojî sikunet
kurd kurde hemû wîrdî zwanim le seferma
hêndem bekzî dîwe le eşrafî wiłayet
xewfim nîye esła le dûsed gêjî xeterma
min hat ke sefî ’eskerî kurdane nebînim
xêrî nîye esła le hemû nûrî beserma
bo def’î ’edu namewê şimşîr û kiław xûd
dujmin bexwa ẍerqe le xwênawî cigerma
min hîçim ke lê nayê meger her wekû qani’Nasnava edebî
şîwen bikem û lîteyî em xake beser ma