gileyî le çerx

Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  745 Dîtin
seyrî çerxî çerxe kone çon be nařastî geřa?
řeḧim qet naka be muflîs, şerim qet naka le şa
nîmçe sûřî da leser meylî mela miftî hezar
lay belay şêxî terîqet kirdewe bû be hera
êstekeş wa hate serbazařî quwey kareba
zîkirî zahd têkełe ba sînema basî nema
řû le luqmanî zemane wergeřê eyka be ker
kilkî ker berzo bika eyka be lûtî ard beba
kewte serbarî ẍezeb çen padşay kird be hetîw
hate serbarî kerem çen hîç û pûçî kird be şa
gêjełûke û gerdelûlî da beser qacarya
kewkebî sed nasrî hawêşte naw gêjî fena
bo birûzî cewherî řêwî efewtênê piłing
piştî şêrî kird be cêgey nîştinî dêłe beba
hênde ’ekis û dûn pereste bo nebûnî qani’îNasnava edebî
řîşe kêşî kird becarê debdebey şêrî xwa