şîwenî nîştiman
Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
1 Xulek
1418 Dîtin
hewrî bextî kurdistane şîwen û giryan eka
nałe nałî bê kesane cerg û dił biryan eka
dengî qîj û huřî xełqe dêt lejêr çerxî zeman
ahî mezłumanî birsî ’alemê wêran eka
dûkełî qirçey derûnî bê cil û berg û jyan
bû be hewr û wa beser kêwanewe seywan eka
hênde carî bû le çawî kurdistan firmêskî xem
bê temaşake hezaran tanceřoCih û sîrwanCih eka
bo ḧełałe małî min ya boçî ferze kuştinim
dek xecałet bê dirozin çon weha pîlan eka
kes nełê lafawî awe awî sûrî şîwe sûr
xwênî ałî bendî cerge şîwenî baban eka
qani’îNasnava edebî fîkirî becarê serf eka bo hozekey
nek wekû yaro xeyałî serfî ça û qilyan eka