şîn bo şa’îrî benawbang ḧacî tofîq meşhur be «pîremêrd»

Li pirtûka:
Çwarbaxî Pêncwên
Berhema:
Qani (1898-1965)
 3 Xulek  1067 Dîtin
dîsan ser leno mał wêranîme
tem û temelûl sergerdanîme
dîsan wek caran şîn û zarîme
xem û pejarey derdedarîme
dîsan çerxekey çewaşey bedxû
bo azarî dił kewte hat û çû
dîsan qirçey zam derûnî řêşim
zuxaw řêj eka cergî piř êşim
gerdûn hertawê cewrê enwênê
çeşnî bayequş bezmê exwênê
gerdûn kirdewey namuradîye
dos leyek kirdin le naşadîye
gerdûn bedkarî beynî diłane
gerdûn xezanî baxçey gułane
gerdûn her řojê dûjmin pyawêke
zehrî kuşnidey xawen nawêke
ḧacî tofêq beg, pêremêrd meşûr
mamosay zanay kořî xwar û jûr
kam pîr ew pîre be hoşyarî
’emrî řabward be fîdakarî
kam pîr ew pîre be jyan û jîn
gişt kurdistanî piř kird le zanîn
kam pîr ew pîre hîmmetî nwan
bo kurdî nûsîn ew řiçey şikan
kam pîr ew pîre pendî pêşînyan
kird be mamosay bêgane xwêşan
bo lay hawferdan kewte des û bird
le kořî yaran mał awayî kird
emca ezanim şûmî kurdane
bedbextî hozî kurdî zwane
gerdûn řîzî girt beşa’ranî
yek le dway yek bo dinyay fanî
zîwer tîrêkî da le zamanim
bêkesîş quřî da le serşanim
diłdarî konî new çûzî lawim
perdey tarîkî xiste serçawim
kwa ḧacî qadirKes kwanê bedirxanKes?
kwa biřo biřo û debdebey baban?
kwa swarey şemzîn kwa zendî dilêr?
kwanê ardełan çeşnî terze şêr?
kwa duktur fu’ad şêrî be namûs?
kwa emîn zekî lawî mêjûnûs?
kwanê şêx me’rûf xawenî dûbał?
yek ’îlmî zahîr, yekê ’îlmî ḧał?
kwa nalîKes û narîKes û kurdîKes û mewlewîKes?
kwanê beytûşî melay luẍewî?
kwa melay ’aşiq le bêsaranim?
kwa ḧemdîKes newey saḧêbqiřanim?
we nîye kurdistan eweł carî bê?
tenha şa’êrê be xesarî bê
bełam pîre mêrd êşî girane
çun xałey desey gişt şa’rane
pîrî dił cwan qełem cwanim řo
xemxorî desey bêkesanim řo
cêmawî koçî emîn zekîKesm řo
dwa qetey şa’ir yekî yekîm řo
agirî wicaxî xanedanim řo
diłsozî hoz û nîştimanim řo
qełem norete bêre des û bird
binûse mêjû bo mamosay kurd
qełem merdane hate ser cewlan
leser řûy kaẍez gewherî řijan
be pîtî ebced hate giftugo
mamostay kurd û xawen jînim řo