gileyî qani’ le řozgar

Li pirtûka:
Çwarbaxî Pêncwên
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  718 Dîtin
dîsan dême ser nûsînî eş’ar
derdî diłî xom çak ekem îzhar
qerarim wa bû neyeme guftar
bełam nayełêt çerxî çep kirdar
ebê binûsim yekê le hezar
temaşa ekem çerxekey gerdûn
ker eka be şa, şa exate tûn
çende newcewan eka seringûn
leylê bo eẍyar şîwen bo mecnûn
beş weha ebê koney bed kirdar?
serdarî ser text ekey be bê ser
bê ser ebeyte řîzî tacwer
xwênî çen mezłûm edey be heder
berg edey be meř, kêr edey be ker
aferînit ken dewrî řozgar
min her zû zanîm ke dûn perestî
toyş bewêney min bê bade mestî
daym xizmetkar řezîl û pestî
şew û řoj xerîk kełek û bestî
bełkû feqîrê bixeyte jêr bar
çerxe daweşêy bê xan û man bî
le min xirabtir to sergerdan bî
gîrodey derdê bebê derman bî
nan xorî dirgay xaneqayan bî
bibî be ’îbret le bazař û şar
çerxe dek pîr bî wa minit pîr kird
be kes nawêrî minit esîr kird?
hesêrey minit le goma gîr kird
minit kird be şêt eḧmeqit jîr kird
we’dey min û to dîwanî ẍeffar
gacût ekeyte serdesey e’yan
edey be řêwî ne’retey şêran
yabû ebeyte řîzî serdaran
takey çepgerdî? małit bê wêran
ekey be pêşeng dêłe kemtyar