nefist be berz bigre

Li pirtûka:
Çwarbaxî Pêncwên
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  715 Dîtin
kurde bexwa ’eybe bo to qet swałî kes meke
xot ḧewałe tîr û taney ’alemî nakes meke
bo dizî polî tirî ya lêfe konêkî diřaw
xot benaḧeq musteḧeqqî girtinî meḧbes meke
minnetî bêgane wełła bê diro diřkî diłe
toyş diłit řazî be zexim û êşî xar û xes meke
ger le eweł def’ewe em firsete nef’î nebê
mîwe axrî xoşe meylî bersîley zû řes meke
min ezanim îtfaqî ’ame deste bo weten
ey ře’îsî be’zê kurdan qet weten bê des meke
ferze bo şah û geda koşiş lebo xakî weten
kakî natiq xot le beḧsî xakeket exres meke
toyş wekû qani’Nasnava edebî le lay mîllet perest qedirit bibê
îş û karî her hetîwî herze û bêkes meke