xeyałim waye

Li pirtûka:
Çwarbaxî Pêncwên
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  982 Dîtin
xeyałim waye zuřnayek le ser şax û çya lêdem
qołî bê ’arî hełmalim, le bezmî bê ḧeya lêdem
le kellem tem eka dûdî henasey sed wekû ferhad
be yadî şořşî şîrîn, qułingî bê beha lêdem
ke min ustadî mecnûnim le ’îlmî şêtya emca
le kêwî necdeda xoşe, ke lafî barega lêdem
seba mijdey be min da, min be guł, guł birdî bo bulbul
de ba ’ûdî mubarek badî bo badî seba lêdem
çi destê bu xwa emřo girêy bedbextî labirdim?
be beste çepłeřêzanî yedî beyza de ba lêdem
be řeḧmet bê dehoł kut, wesyetê çakî bo kirdim
witî ba, bezmî hełpeřkê, be yadî kîbrya lêdem
minîş wek qani’î emřo, le girdî mameyarey xom
ebê zuřnayî xoşbextî be şewqî padşa lêdem