day le dił şemałî wek nesîmî berbeyan

Li pirtûka:
Çwarbaxî Pêncwên
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  718 Dîtin
day le dił şemałî wek nesîmî berbeyan
dête mêşkim haje hajê wek fewarey qełbezan
cařî da bułbuł le gułşen ey giruhî ’aşiqan
sef bipêkin řawesin pyaw û jin û pîr û cwan
meylî bêdarî eka bextî xewałûy kurdekan
dête gwêm dengê be ’eqiłim dengî bezim û şadîye
newbetî keyf û demax û ’eşret û azadîye
bêstûne kurdistan û řencî kurd ferhadîye
mercî xesrew wa tewaw bû fikirekey berbadîye
qetłî sed şêru eka şîrînî daykî kurdistan
wernewe ey mîlletî mezłûm le jêr barî ’edû
ba biçîne mekteb û hîç řanewestîn zûbezû
wergirîn ’îlim û edeb, exlaq û ’eqił û abřû
bo tuřeqqî hozî xoman bêyne bezim û hat û çû
xełkî dîş wabûn le paşa bûn be cêy dad û dîwan
şorî şê’irim wadyare şořşê berpa eka
deştî wişkî şarezûrim miłkî řey řîswa eka
şorî kellem zahîdî řîş wek xurî şeyda eka
her bijî şêrî weten bêşey weten eḧya eka
serkewe lawî weten toş bêre řîz ehlî zeman
hozî nûstû wa dyare bo tuřeqqî ’azme
bo hewargey têgeyştin nîyetî zor cazme
ger yehûdîş bê birakem kepre şîney lazme
ey kiçî zîrek bifame labe çetfe û bazne
dest be destî kakî xot de û bêre xizmet bo gelan
qani’aNasnava edebî sed mujde bê lawit hemû hestan le xew
çawî şorî û bałî hełkird dasî tîj kird bo direw
tê ekoşê ferqî naxa řoje yaxo nîweşew?
terkî kird dił pîsî û xoxorî û adabî kew
sed şukur wa kurdewarîş hate řîzî hawseran