pênc xiştekî «qani’» leser şî’rî xencerî kuřî

Li pirtûka:
Çwarbaxî Pêncwên
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  631 Dîtin
mujde bê ey yar û yawer her le şa herta şwan
piştî yekyan girtuwe kurd û ’ereb pîr û cwan
kes be kuşt nada birakey bo filûs û bo qeran
wa becarê kewte gîtî dengî azadî gelan
bo be fikirî dił birayî û me’rekey řêgey jyan
ew hejarane be birsî dê be dê exulanewe
ew edîbaney leser ḧeq çûne naw zîndanewe
ew swaraney lenaw deştî ecel eglanewe
ew kesaney wa lejêr pêy załma etlanewe
řołe azadîn birakem řaperîn wek pałewan
çen zemanêke hunermen dił bexem etlêtewe
pey le pey zamî derûnî piř le soy ekulêtewe
agirî řûnakî berpêy kiz debê û ekujêtewe
zor le mêje em cîhane lar û keç exulêtewe
mujde bê emřo be řêkî kewte xul çerxî zeman
wek bira wane bedił ehlî qełem erbabî çek
kes nîye gwê şil bika bo ḧeyç û lurî gurg û sek
kes ferîb naxwa be pare û kes lekes nada kutek
sed şikur bawî nema dił pîsî û casûsî yek
řojî têkoşîne emřo kes le kes naxa zyan
ey kuřî bawkim bizane xakeket piř qîmete
piř le mêwey sewz û sûr wipiř le naz û nî’mete
boçî têkoşîn lelay to hênde qurs û zeḧmete?
pê lecergî xot binê emřo ke řojî hîmmete
jînî xot dawa bike ta bêyte řîzî henderan
çawî hełdûrawî to her xwêndine eykatewe
goy hunermendî bizane xwêndine eybatewe
xwêndine řêgey jyan û arezût řûn katewe
ew zemane řoyî załim xwênî to bixiwatewe
wa beser çû dewrî ax û daxî dił derdî giran