nokerî pîr

Li pirtûka:
Şaxî Hewraman
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  521 Dîtin
řojê le řojan xizmetkarê pîr
pîrêk daweşaw zor mat û zwîr
bo nan û bo berg kewte řa û bîr
çarey nemabû neymabû tegbîr
***
çû bo mał aẍa aẍakey caran
çûn paşxiwan xor bû şewsu û êwaran
witî aẍay xom xawen dîwexan
lemałma nîye tenya letê nan
***
firyam nekewî karim tewawe
zengî bednawîm zor çak ziřawe
pêwîstim bo ber bo nan û awe
temenî gencîm bo to fewtawe
***
takû hêzim bû dêm bo sûtanî
pyawim bo kuştî tałanîm hanî
dizîm bo kirdî zor be nîhanî
çen çeteyîm kird hîçkes neyzanî
***
jinim bo hênay şew bo kołanan
be pişt serto bûm gwêban wigwêban
to xerîk jin bûy min xincer kêşan
řojî tenganeş eçûm bo meydan
***
eçûy bo dîden min lepêşt bûm
wek kerî çerçî herkuł kêşt bûm
nokerî xot û xizim û xwêşt bûm
şerîkî xem û derd û êşt bûm
***
bêşkem řa’ejend bo xanim le mał
ařeqim esřît be goşey desmał
hełm ekêşay wek řostemî zał
defir şorînî naw mał û minał
wiłamî aẍa bo nokerî pîr
kwêxa xwakerem pîr û dařzîw
gałtecarî hoz gişt hetîw metîw
boçî nafamî kwêxay dinya dîw
taze temate bîbe xawen zîw
pîşey nokerî nazanî çone
noker ke pîrbû teqwîmî kone
firîbim nadey naydem letê nan
nam xiłetênî be sûk û asan
bawkit û bawkim wabûn le cîhan
wek min wito bûn behezar qurḧan
katê ke bawkit hate temen to
bawkim derîkird bebê giftugo
şêwey nokerî û aẍayî waye
bem pîrîye taze to çît maye
kułk û mû řistin mehêne kaye
tenya min wanîm aẍa herwaye
xot û jineket bibin begawan
kem ێەخەم bigirin bo berg û bo nan
to herzekar bûy netbû azayî
ke pyawit ekuşt şew be tenyayî
xot heł’ekêşa lexot bûy bayî
key îşt kirduwe to be xořayî
îtir minetit be popey kêrim
laço lelama bexwat espêrim