qefezî zêřîn

Li pirtûka:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
Berhema:
Osman Ozêrî (1936-1966)
 2 Xulek  297 Dîtin
mele cwane xincîlane neşmîlekem
êsk sûke xwên şîrîne wirdîlekem
min ezanim to bo le deştî pestîda
dêyt û deçît wekû le deryay mestîda
nuqum bûyt cêga be xot qet nagrî
ya hatuço ya řût ekey weya efřî
min dezanim cêgayekî wehat nîye
be diłî xot hêlanet lem zewîye
tîrekanî «kîwpîd»m hênawe cwan
pêm tenîwe wek hunermendêkî lêzan
nizam bo «ahuramazda» kirduwe be dił
ke her tûley bikat yek darî darguł
hergîz nehêłê «ehrîmen» bewêda bê
herçî řêyek bo ew biçê lêy bibřê
xwardemenîm le tase û le hestî bekuł
bo kirdûyt ey neşmîle, ey gyan û dił
naxim terxan kirduwe bot hemû katê
ta tewjimî hestî bekułimit bigatê
lêwey seyrî beheştî xoşewîstim key
ta pest nebît hîç katê dił le dił nedey
fermû ey mele cwaneke bo westawî
bo wa waqit wiřmawe ya ḧepesawî
were řake em qefeze, ew cêgaye
ke aramgey jînî bextyarîtî tyaye
betaybetî xot xawenî gyanim ebît
xot xawenî têkřa gişt jyanim ebît
jînî minit ekewête dest be carê
xot bikuj û bibiř ebît bo gişt karê
min ebme koyley xot û qefezeket
pasewan û parêzerî hêlaneket
fermû pêşwazîkirdinit leser sere
çaweřêtim fermû were, fermû were