korpem řapeř

Li pirtûka:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
Berhema:
Osman Ozêrî (1936-1966)
 1 Xulek  276 Dîtin
lêt wirdi’ebmewe be dił û be çaw
be nax û hest û ciger û henaw
çawim bîn egrê wa seyrit ekem
pence bo çene û sersîngit ebem
etdiwênim bangit ekem be’astem
bom pêbkenît piř bedił û dem
bom bişnêytewe bitrîqêytewe
wełamî bang û hestim beytewe
keçî nabziwêy, demit têk nadey
bom nakenît û şineşin nakey
ah, ewe xot nît ke min lam waye
her wêneyekte û leber destimaye