giriftarim

Li pirtûka:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
Berhema:
Osman Ozêrî (1936-1966)
 1 Xulek  296 Dîtin
be bînînit giriftar bûm her yekem car, ke min tom dî
be tîrî to birîndar bûm hoşim cwanîyekey to birdî
giriftarim, birîndarim, bê’aramim
bełam çunke bê’agay lêm dił nakamim
gyane nabê yekêk cwan bê ewende girj û diłřeq bê
nabê pîşey dił şikan bê, bêbezeyî û kelleşeq bê
çunke carê du’ay şêtî gîra ebê
giłołeket berew serewlêjî eçê
ca etirsim diłî keylim letawî xoy hełe bika
derçê le arezû meylim du’a bika, gwêm pê neda
boye ełêm îtir bese destit bêne
lewe zyatir diłî şêtim meřencêne