bo serokî xoşewîst

Li pirtûka:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
Berhema:
Osman Ozêrî (1936-1966)
 1 Xulek  278 Dîtin
be boney hatne derewey «’ebdulkerîm qaymKes»ewe
ey serokî xoşewîst, ey pîşeway řapeřîn
ey amřazî têkoşan, yeksankerî hemû çîn
bûyte hoy serbest bijîn
***
be xwên û saman û gyan û twana to eparêzîn
êmey nebez gelê zyatir le îsti’mar behêzîn
xoşewîstît têkeławe be xwên û êsqanî gel
gel fîdate, le pênawta bext ebê nayewê jîn
***
to bûy kotî dest û qaç û ełqey zincîrit pisan
to bûy dergay asnînî bendîxanet gişt şikan
to bûy mafî gelî kurdî çewsawet hênaye dest
yasay pîsî nokeranî împiryalîzmit diřan
***
to bûy peymanî giławî beẍdat xiste gořewe
to bûy mîlletit derhêna lejêr zułim û zorewe
le baweřî eyzinhawer, le peymanî esterlînî
em wiłatet wa řizgar kird be řût û be borewe