şîrîn

Li pirtûka:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
Berhema:
Osman Ozêrî (1936-1966)
 1 Xulek  319 Dîtin
şîrîn le dûrît şadîm nemawe
gyan û hoş û dił waqyan wiřmawe
çawîş le řête û her çawe çawe
bo bînînêkî şêwey şîrînit
ewen giryawe, gomî xwênawe
dił pest û keyle û hoşî biřawe
xwênawî geşî êsta zûxawe
dûrît agirî wa tê berdawe
kiłukoy damird, wa bû be zûxał
herwayş «ey şîrîn» eka lelawe
şîrîn, jînî min be towe mawe
nawî to legeł xwênma têkławe
lenaw êsqan û gyana řwawe
boye bebê to jînim siteme
gyanim le jyanim wirey berdawe