oxey nîştiman

Li pirtûka:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
Berhema:
Osman Ozêrî (1936-1966)
 2 Xulek  363 Dîtin
le řojî 1957/09/02da şehîd «’usman ’uzêrî» beserdan hatotewe bo silêmanî ke maweyekî zor buwe çawî be kurdistanî xoşewîst nekewtuwe le şadîya em hełbestey danawe bo derbiřînî hestî bekułî ke tasey dûrîyekey pê bişkê.
oxey nîştiman hêzî derûnim
bîlbîley çaw û gilarey řûnim
emcaş nemirdim tom bînîyewe
nema ahekey dûr û meftûnim
***
îtir bîşmirim xoşîm egatê
ke şad bûm be to zyatir le satê
eger mirdîşim xakî pîrozit
wam da’epoşê xemim negatê
***
bełam hêştakû tasem neşkawe
ba carê mirdin bixeyne lawe
bêyne ser basî şadî û pêkenîn
min le xoşîy to hêzim biřawe
***
ewa em careş pêt şad bûmewe
hewat hat û çû le gerûmewe
hîç nema yadî dûrî û xembarî
ke xakî cwantim na be řûmewe
***
dewreyan dawim dirext û dewen
çinar û çya û dar û dareben
yetewe yadim sedekanî kon
ke bo ejdadman bûbwîte mełbend
***
êsqan û goştyan lêre kewtuwe
be xwênî ewan guł pişkûtuwe
buwe be gułî cwanî serbestî
ke bo êmeyan becê hêştuwe
***
êmeş têkřayî hemû hewł edeyn
ew gułe bigrîn bonêkî bikeyn
ta be têkřayî bibûjêynewe
awatî gelman bo cîhan derxeyn
***
ca leber ewe le to dûr najîn
ger bendîşman ken bo lat derbazîn
ta dwa henase to eperistîn
be hemû core şwênêkit řazîn
***
eger dûrîş bî her qîblemanî
awat û xoşî û şadîy diłmanî
sikałat ekeyn her le dûrewe
takû etgeynê be şadmanî
***
înca wek dayk baweşman pya ke
êmeş řołetîn leser em xake
toyş daykî řastî dêr zemanmanî
řoḧ le pênawta nemênê çake
***
hemû pêşmergey nêw se’atî toyn
berew dujminit be hełmet eřoyn
heta egeyne amanc û awat
ew kateş hemû bot ełqe le giwêyn