bo weten

Li pirtûka:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
Berhema:
Osman Ozêrî (1936-1966)
 2 Xulek  727 Dîtin
weten tewawî bûm derdedar
bo bextî řeşt pîşem buwe be zar
çunke lewsawey hatûyte dyar
her jêrçepokey destî bêganey
bestirawî dawî fêł û cananey
gîrodey bendî mekir û behaney
bełam hîç katêk xetat nagrîn
êmey bêderûn hest wernagrîn
bizanîn leşman saẍe yan birîn
çunke le seda nîwey xewałûyn
her bo pare û mał çaw ałû bałwîn
nazanîn swarî kerî bê pałûyn
her katê kewa hełbitîzênê
serewxiwar qełem bazman pê dênê
le ser tewqî ser emanřimênê
pêwiste ke to daykî hemuwanî
bigrîte baweş řołey cananî
derkey ewaney nanî be nanî
le ême exon bo pyawî namerd
ḧez eken beşman bê be ahî serd
xoşyan gîrfanyan piř biken le zerd
ewane hîç kat řołey to nabin
dełałî xełkin be hîç têr nabin
dek xway gewre řû le fenna bin
bełam xwa bîka xoman heł’ekeyn
kała epêçîn kutek dest edeyn
hetakû zordar le to der’ekeyn
bełên bê heta le jyana mawim
bedway dujminta tewaw kem řawim
ta xwênî xoyan ledem esawim
hetakû mirdin her toy amancim
toy binçîne û cerg, padşa û tancim
lecêy «’uzêrîNasnava edebî» û hemû kirmancim