bo kurd

Li pirtûka:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
Berhema:
Osman Ozêrî (1936-1966)
 2 Xulek  871 Dîtin
gwêyek ke bangî kurdî pya nedrê
tenya ewe bêt xoy qut řagrê
dek yaxwa keř bê û le bina biř bê
ew take kiłaşe bo biřîn başe
bełam ger gwêyek be xoşî û şadî
wergirê dengî berzî azadî
xoy şil ka bibye ne’retey madî
ew gwêye xoş bê jyanî noş bê
dengê ke bo kurd bangewaz neka
daway azadî û serfiraz neka
hawarî derdî hemû řaz neka
dek xwa bîbřê hîç kat neçřê
bełam ger dengê bebê tirs û lerz
xoy lê hełbiřê bê kołdan nebez
řabfiřênê dujmin herwekû megez
bijî ew denge ke ełêy zenge
serêk be berzî qinc řanewestê
be hemû mêşkî kurd neperistê
hemîşe keç bê û netwanê hestê
bişkê, bipjê, xwênî biřêjê
bełam ger serê bebê berawird
çełemey hozî lêk batewe û wird
bo kes nenewê wekû serî gurd
bijîy ew sere bo leş řabere
leşê bo kurd nejî û nemrê
wek lakî topîw bo gûfek birê
eweş nehênîy seg werîgrê
bimrê ew leşe nemanî başe
bełam ger leşê be řoj û be şew
hewłî gel bê, bê wiçan û xew
nawî xoy binê leşêkî nesrew
ew leşe şad bê wek mel azad bê
destê ke darî awat neçênê
êxey zordaran řaneweşênê
be bazûy mafî gelê nesênê
biřzê, bibřê, wirduxaş bikirê
bełam ger destê wek destî piłing
derbênê cergî zordaran be çing
le xwênî diła sûr bida piřşing
bijîy ew deste mayey serbeste
singê pêşmergey kurdewar nebê
qełẍanî bombay gopkedar nebê
hełmetî berew lay zordar nebê
deba têkşikê, perasûy bişkê
bełam ger singê le xoy netirsê
le gulle û top û řeşaş netirsê
hewłî bêmafîy gelî biřexsê
ew singem ewê, bełay lêm kewê