jyanî emřo

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  319 Dîtin
payîzî jînim wexte awa bê
wa zistanîş dê be milî şikaw bê
min le behara hîç xoşîm nedî
sa ebê îtir çîm leber çaw bê
kes û karîşim wa lêm bêzarin
pêm ełên yaxwa cergî be aw bê
wa çaweřwanî merg û nemanim
eger hat yaxwa ba şew lenaw bê
em xełke hemû nokerî maden
řenge êstake her eme baw bê
ger paret pêdan ełên aferîn
kes nîye bexwa wekû to pyaw bê
ger neştidanê dełên çirûke
wa çake bimrê ’emrî nemaw bê
emeye ḧałî em mirovane
wa nebê řenge le jîn toraw bê