hest û mebest

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 2 Xulek  389 Dîtin
em core şî’re kewa eyxiwênî
nawim lênawe be hest û mebest
le lêkdanewe ger danemênî
mebest ebînî le çonîyetî hest
***
řêwî ke hat û kilkî řaweşan
nîşanî eda ke zor azaye
marîş leser xak ke dît xoy xişan
dyare ke jarî lenaw demaye
***
meymun lasayî xełk ekatewe
kewa xorakî başî pê biden
kerî besezman tas eybatewe
le tirsî ewey barî lê neken
***
bulbul lenaw bax be soz exwênê
diłdarîy gułî wa le diłdaye
perwaneş kewa xoy esûtênê
gyan fîdakarî şewqî çiraye
***
ewey ke wa to eka serzenişt
xoyşî ew karey her pêkirawe
eweş xencerî girtote naw mişt
nûke xencerî her lêdrawe
***
diz ke le małan dê dizî eka
yaxu birsîye ya řeş û řûte
ew bazirganey fêłbazî eka
ya lêqewmawe we ya nabûte
***
ewey le kesan eka heřeşe
hemû sermayey xo hełkêşane
le jîna textey bextekey řeşe
diłî piř ẍeme û serî piř jane
***
řawçî bêhuner ke eçê bo řaw
gelêk be zîrek xoy nîşan eda
ger askî dî le kenarî aw
taze çeqokey le hesan eda
***
ew dewłemendey destî qûçawe
çawî zor kize le astî çake
lednyay řêzda beşî nemawe
herçî pê biłên ełê qeynake
***
ew pizîşkaney ke tema’karin
qet gwê nadene çakbûnî nexoş
dyare lay xełkî her nadyarin
le mirovaytî ejîn leser boş
***
kesêk bo tałan hat û çoyetî
nawî be pîsî ekewête naw
mezbeley mêjû cêgay xoyetî
temaşay ekirê wek segî giław
***
her zelamit dî mełê dilêre
le hemû hewrê baran nabarê
zor çawsaẍ heye le ’eqił kwêre
kewa peynaba be hîç kirdarê
***
ewey bo pare cergî pareye
ger hewł bida egate awat
bełam temełe ya bêkareye
ejî be pestî bo swał û xełat
***
ew caşekerey kewa ezeřê
le herêz û gya têrî xwarduwe
ew tûlesegeş kewa eweřê
zorî birsêtî way lêkirduwe