be can sextî û dił berdî min û to

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  1907 Dîtin
be can sextî û dił berdî, min û to
bî’eynî herwekû poła û berdîn
were ba agirêkî wesłî xoman
bixeyne qawî ’umrî duşminî dîn
řeqîb û mudde’î wek pûş û pûşû
bisûtênîn, ke wek berqîn, leber qîn
mefermû dił wekû awêne safe
bełê bem ayîne boy bûy be xudbîn
were ta ’alemî qelbit nîşan dem:
ke wa feqrî ẍînaye, mirdinî jîn
têda ummêd û bîm û girye û soz
behar û payîz û zistan û hawîn
legeł murẍî çemen nalîNasnava edebî denałê
ke ye’nî ’aşiq û hem ferd û ferdîn