bextekey řeşim
Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
1 Xulek
427 Dîtin
nûsra le textey bextekey řeşma
nema azadî û şadî le beşma
hendê kes kewa pêm ełên aẍa
muçřikey naxoş min dê be leşma
baxçey umêdim çiłî wişk bû
ne bulbulî cwan ne gułî geş ma
’îzra’îlî ẍem wa leser diłim
korpey negbetî wa le baweşma
’eşqî diłdarî ke bed mîzace
naguncê le tek diłî bê ẍeşma
le nerdî jyan min her dořawim
şeş der gîra bê çilon dûşeş ma
le dinya hembû diłêk û gułêk
ne emyan mawe xo ne eweş ma