pîr ke mandû bû

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  266 Dîtin
pîr ke mandû bû wiçanî ewê
ger qaçî êşa goçanî ewê
eger birsî bû gyanî elerzê
kebabî goştî beranî ewê
nexoş bikewê le naw cêgeda
diktor û feḧis û dermanî ewê
bo małî dinyaş zor beperoşe
berzî û keşxey jyanî ewê
bo kes û kar û mał û mindałî
řêz û diłşadî û samanî ewê
bo gişt naḧez û dujminî napak
azar û merg û fewtanî ewê
le xway dawaye ke genc bêtewe
jînî zor xoş û şadanî ewê
bo ew mirovey pîs û napake
řeşme û qeyase û kurtanî ewê
bo hemû kiç û jinêkî řû cwan
xende û řûxoşî û seyranî ewê
bo çare tirş û tał û nalebar
dûrî û řencûrî û nemanî ewê
ew kesey kewa wiłatfiroşe
tif û le’netî şeytanî ewê
bełam le bo xoy «şarîNasnava edebî» besziman
tenha řeḧmetî yezdanî ewê