nabim

Li pirtûka:
Aşnayî û Roşnayî
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  411 Dîtin
emewê şêrî şerze bim nabim
qaremanî em erze bim nabim
emewê her bijîm be bê bakî
sard û siř çeşnî terze bim nabim
emewê dostî her kesanê bim
hawdemî xam û herze bim nabim
emewê dûr le kosp û nizmî bim
leser ew kêwe berze bim nabim
emewê nakesan bitirsênim
herwek bûmelerze bim nabim
emewê her behar û xoşî bê
yarî em taqe werze bim nabim
emewê kat û satî diłdarî
be nîgay yar şipirze bim nabim
emewê neçme şar û cêgey dûr
leser em xak û erze bim nabim
emewê badenoşî pîşem bê
legeł em řeng û terze bim nabim